Bi coşeke mezin bi hezaran xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin qadên Newrozê
Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya civaka demokratîk e” û bi coşeke mezin xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê berê xwe didin 11 qadên şahiya Newrozê.
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê bi coşeke mezin xwe amade dikin ku Newroza 2025’an pîroz bikin. Li 11 navendên seranserî herêmê û Helebê Newroza 2025’an tê pîrozkirin.
AMADEKARÎ Û PÊXISTINA AGIR
Ji 13’ê Adarê ve şêniyan dest bi merasîmên pêşwazîkirina Newrozê û pêxistina agirê Newrozê li bajar û bajarokên herêmê, kiriye.
Cihên şahiyan wiha ne:
Kantona Cizîrê:
Hesekê; Qada Newrozê ya Bendava Xerbî
Qamişlo; Qada Newrozê li Hîmo
Dêrik; Qada Şehîd Çîçek
Tirbespiyê; Qada Newrozê li Dirêjîk
Girkê Legê, Çilaxa û Rimêlanê; Qada Newrozê ya Helîq
Amûdê; Qada Newrozê ya Çaxir Bazar
Dirbêsiyê; Qada Newrozê ya Çolbistan.
Kantona Firarê:
Ji ber komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Adarê de li gundekî bajêr pêk aniye ku di encamê de 10 kes ji heman malbatê şehîd bûn, Rêveberiya Xweser piraniya şahî betal kir, ji bilî şahiya li Girê Miştenûrê yê bajarê Kobanê.
Kantona Reqayê:
Li Yarîgeha Beledî ya bajarê Reqayê.
Kantona Tebqayê:
Li Yarîgeha Bendavê ya navenda bajarê Tebqayê.
Bajarê Helebê:
Li Qada Newrozê ya herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd.
(mh/fr)
ANHA