Di rojekê de 19 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 11 jê biyanî, bi giştî 19 kes hatin kuştin.

Di rojekê de 19 kes hatin kuştin
3 tîrmeh, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 19 kes li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li Idlibê di kargeheke çêkirina cebilxaneyê ya komên biyanî (Tirkistan-Ozbek) ên di nava hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, teqînek çêbû û herî kêm 10 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Siwêdan ê li rojhilatê Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî yên li ser erdekî şer derket, di encamê de ciwanek hat kuştin. Li gundê Cibrîn ê bajarê Hemayê jî teqînek rû da, di encamê de yek jê zarok, 3 kes hatin kuştin.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku li bejahiya Herîbşê yê li başûrê Dêrazorê ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer, ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Li Helebê jî jineke ciwan ku beriya mehekê di encama gulebarana bêserûber birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku li bajarokê Helfaya yê Şamê jî di encama gulebarana bêserûber de ciwanekî din hatiye kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Mehecê yê li bakurê Derayê jî çekdarên nenas derengiya şevê bi ser malekê de girt û ciwanek qetil kir.

SOHR’ê aşkera kir ku li taxa Cebeleyê yê bajarokê Selqîn ê Idlibê jî di êrişa çekdarên nenas de “cîhadîstekî iraqî” hat kuştin.

(bb)