Di Roja Zimanê Dayikê de banga xistina zimanê Suryanî di destûra Sûriyeyê de

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Meclisa Bêt Nehrên a Suryanî girîngî da zimanê Suryanî ku yek ji kevintirîn ziman e û bang kir ku zimanê Suryanî bixin destûra Sûriyeya nû.

Di Roja Zimanê Dayikê de banga xistina zimanê Suryanî di destûra Sûriyeyê de
20 sibat, 2025   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Meclisa Bêt Nehrên a Suryanî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê Suryanî ji zimanên herî kevin e ku li welatên Bêt Nehrên û Rojhilata Navîn hatine bikaranîn û di xurtkirina têkiliyên navbera gelan de jî roleke wî ya girîng hebû.

Meclisê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bandora pergalên desthilatdar û zehmetiyên din li ser zimanê Suryanî hebû ku êdî bikaranîna wî di jiyana rojane ya civakê de bi paş ket û tenê di çarçoveya merasîmên olî yên dêran de ma.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên hegemoniyê li Rojhilata Navîn dikin nasnameya neteweya Suryanî înkar kir û hişt ew tenê weke taîfeyeke olî were dîtin û di vê yekê de jî rola siyasetên dewletên Ereban, Tirk û Farisan hebû.

Her wiha hat destnîşankirin ku piştî ketina rejîma Baas li Iraq û Sûriyeyê derfet li pêşiya vejandina zimanê Suryanî zêdetir bûn û banga pêşxistina xebatê û vekirina saziyên fêrkirina zimanê Suryanî bi taybetî li Lubnan, Sûriye û Iraqê hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya fermîkirina zimanê Suryanî di destûrê de, misogerkirina mafên Suryanan û îtîrafkirina bi nasnameya wan a neteweyî hat kirin.

Zimanê Suryanî ji 2014'an ve, ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve wekî zimanekî fermî tê pejirandin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê (21'ê Sibatê) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê pîrozkirin. Di vê rojê de gel û netewe girîngiyê didin zimanên xwe yên zikmakî û rêbazên parastina wan bi taybetî zimanên ku li ber windabûnê ne.

(mh/fr)