Ji8  partî û rêxistinan daxuyaniya dijî desthilatiya yek zilamî

8  partî û rêxistinên siyasî li dijî desthilatdariya yek zilamî ya otorîter banga têkoşînê kirin.

Ji8  partî û rêxistinan daxuyaniya dijî desthilatiya yek zilamî
20 sibat, 2025   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

DEM Partî, EMEP, EHP û rêxistinên din ên çep nerazîbûn nîşanî zextên li dijî mûxalefetê, tayînkirina qeyûman û polîtîkayên çavtirsandinê yên ji aliyê dadgeriyê ve tên pêkanîn, da.

Di daxuyaniya hevpar de, hat ragihandin ku siyasetmedar, rojnamevan û hunermend bi rengekî kêfî hatine binçavkirin û hat destnîşankirin ku bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyan re, vîna gel hatiye desteserkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku têkoşîna karkeran a bi çalakiyên grevê û lêgerîna mafên xwe bi zextê tê astengkirin.

Partiyan xwestin dawî li girtin û binçavkirinan bê, şaredarên hatine hilbijartin ji bo erkên xwe bên vegerandin û mafên karkeran bên parastin.

Di dawiyê de banga têkoşîna hevpar a maf û azadiyên demokratîk hat kirin.