Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin

Di panela `Li Rojavayê Kurdistanê Rewşa Kovar û Kovargeriya Kurdî ya Kaxezî..` de hat diyarkirin ku azadiya weşanê heye, berhem eşkere tê nivîsandin, xwendin û belavkirin. Pêwîstî bi xurtkirina dîplomasiya çandî heye.

Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
Di roja 9ˋan a Mîhrîcana Rojava de rewşa kovargeriya Kurdî hat nîqaşkirin
16 mijdar, 2024   20:07
QAMIŞLO

 Bi dirûşma “Em peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirin berdewam bikin, bi sirûda axê û bi tembînameyên cangoriyan bixemilînin” Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10`emîn ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) tê birêxistinkirin, di roja xwe ya 9`emîn de li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo dewam dike.

Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de bi sernavê `Li Rojavayê Kurdistanê Rewşa Kovar û Kovargeriya Kurdî ya Kaxezî..` panelek hat birêxistinkirin.

Panel ji aliyê endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mehmûd Ebdo ve hat birêvebirin û bi beşdariya Sernivîsarê Kovara Şermola Dilşad Murad, Rexnevan Ebdulwehab Bîranî, Sernivîsarê Kovara Sîwan Amir Ferso û Cîgirê Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê Ebdulsemed Mehmûd ve hat birêvebirin.

Nivîskar, helbestvan, siyasetmedar, rewşenbîr û wêjevan tev li panelê bûn.

`BI ŞOREŞÊ RE KOVARÊN KEVIN JI NÛ VE DEST BI WEŞANÊ KIRIN`

Dilşad Murad rewşa weşana kovaran piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê baş nirxandin û diyar kir ku heta 2012`an kovara El Hîwar tenê mabû, piştî destpêkirina şoreşê gelek kovarên berê ji nû ve dest bi weşana xwe kirin. Ew kovar ên siyasî, çandî, wêjeyî, leşkerî, siyasî-lêkolîn in, kovarên bi yekîtiyên rewşenbîrî girêdayî ne, bi awayeke rêk û pêk tên weşandin.

Dilşad Murad da zanîn ku Kovara Şermola hemû beşan digire nav xwe, esasê her kovarekê naveroka wê ya dewlemend e. Bi taybet piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê hejmara çapê kêm bûye, astengiyên çapê girêdayî êrişên li dijî herêmê dimînin, ji ber di dema êrişan de çapxane têne rawestandin.

Dilşad Murad destnîşan kir ku ew di sererastkirina berhemên nivîskaran de zehmetiyê dibînin, aliyê fikrî yên nivîskarên li herêmê kêmanî hene û asta lêkolînkirinê jî kêm e.

Sernivîsarê Kovara Sîwan Amir Ferso da zanîn ku ji bo naskirina rewşa herêmê û armanca ji berhemên ku di kovara Sîwan de tên dayîn, ew rê didin nivîskarên li Rojhilata Navîn ramanên xwe bidin. Piranî ew nivîskarên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin. Ji ber ku Kovara Sîwan kovareke werzî ye, di salê de 4 hejmar jê derdikevin, berhemên ku tên gelek in.

`DERFETA DERXISTINA KOVARAN GELEK E`

Ebdulwehab Bîranî diyar kir ku demeke dirêj ji dîroka rojnamevaniya Kurdî kovarên wêjeyî rewşanbîrî û çandî derketin. Ji ber sedemên ewlekarî û akademî piştî tevgera siyasî kovar bi zimanê Erebî jî derketin, di vê demê de derfeta derxistina kovaran, heye ji ber hejmara nivîskar û xwendevanên bi zimanê Kurdî gelek e. Bi vekirina dibistan û zanîngehan pirtir bû.

Ebdulwehab Bîranî da zanîn ku gelek kovar ji aliyê şekil û şertê weşanê, weke hev tên weşandin û wiha got: “Azadiya weşanê heye, eşkere berhem tên nivîsandin, her wiha tên xwendin û belavkirin jî. Divê kovar xwe veguhere saziyeke wêjeyî û danûstendinên xwe berfirehtir bike. Bi xwe aboriya xwe ava bike û dîplomasiya çandî bi pêş bixe.”

Ebdulsemed Mehmûd behsa Kovara `Pênûsa Azad` a ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanan Sûriyeyê ve ji sala 2017`an de tê derxistin kir. Ebdulsemed Mehmûd ku ew berhemên yek alî yan berdevkê aliyekê qebûl nakin, bi vê yekê rêzgirtinê ji xwendevanan re digirin. Di aliyê madî de astengiyê dikişînin.

`YEKÎTIYEK PEYVAN BÊ ÇÊKIRIN`

Piştî bidawîbûna axaftinên beşdaran, kesên ku tev li panelê bûn nêrînên xwe kirin û hat diyarkirin ku ji ber malperên giştî yên girêdayî medya dijîtal berhemên bi zimanê Kurdî kêm lê tên peydakirin pêwîst e kovar elektronî jî bên weşandin.

Di panelê de beşdaran daxwaz kir ku di kovaran de yekîtiyeke peyvan bê çêkirin û kovarên ku weşana xwe dane sekinandin careke din dest bi weşanê bikin.

Her wiha beşdaran daxwaz kir ku divê kovar bi du zimanan (bi zimanê Kurdî û Erebî) bi hev re neyên derxistin, hat destnîşankirin ku heke berhem bi zimanê Erebî li kêlek Kurdî bê çêkirin, wê demê zimanê Kurdî tê windakirin, bi cudakirinê kesayet, nasname, rih û naveroka wê ya Kurdî dimîne. Li kêlek vê nêrîna ku ji bo belavkirina berhemên bi zimanê Kurdî û teşwîqkirina fêrbûna zimanê Kurdî pêwîst e bi hev re (bi zimanê Kurdî û Erebî) bên derxistin derket holê.

Roja 9`emîn ji mîhrîcanê bi beşê xwendina helbestê û guhdarkirina muzîkê bi dawî bû. 10`emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava, 18`ê Mijdarê bi dawî dibe.

(sb)

ANHA