Hêzên li Siwêdayê modela Rêveberiya Xweser nîqaş kir

Hêzên siyasî û çalakgerên li Siwêdayê pêwîstiya dûrbûna ji navendîbûnê û derfeta pêkanîna modela Rêveberiya Xweser weke bijarteya xelasiya ji destpotî û çareserkirina krîzan, nîqaş kirin.

Hêzên li Siwêdayê modela Rêveberiya Xweser nîqaş kir
16 mijdar, 2024   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke ji pêkhateyên siyasî û çalakgerên serbixwe yên li bajarê Siwêdayê bi sernavê ˋHevdîtina komên siyasî ji bo Sûriyeyeke demokratîk a îlmanî ya xwedî statûya siyasî ya nenavendîˋ kongreyek li dar xist.

Ev kom ji gelek pêkhateyên weke Şepêla Sûriya El Fedralî, Şepêla El Huriye û El Selam, Tevgera El Nehda El Fikriye, Tevgera El Teherur El Wetenî û Musteqilîn El Ehrar, Rêxistina Cebel El Reyan û Kombûna Fursan El Cebel, pêk tê.

Di komxebatê de têkildarî pêwîstiya pêkanîna nenavendîbûna siyasî, vekirina asyonên diyalogê û xebitîna demokratîk, modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Serokê Şepêla Sûriya El Fedralî Tariq El Şofî ji Navenda Ragihandinê ya Siwêdayê re got ev kongre mîna mîna kongreya damezrîner a avakirina hevalbendiyeke siyasî di navbera hêzên siyasî û çalakgerên beşdar de ye û derî ji hevkarên nû re vekirî ye

Dê di dawiyê de komîteyeke siyasî were avakirin û dûre jî komîteyên taybet bi şopandinê werin avakirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Siwêdayê beşdaran li ser demokrasî, ilmanî, nenavendîbûna siyasî li hev kirin.

(fr)