Wezîrê Parastinê yê Îranê li Şamê ye

Şandeyeke bi serkêşiya wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîr Zada gihaşt Şamê.

Wezîrê Parastinê yê Îranê li Şamê ye
16 mijdar, 2024   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tasnimˋê diyar kir ku çaverê ye wezîrê Parastinê yê Îranê bi berpirsên mezin ên hikumeta Şamê re bicive.

Piştî di hikumeta serok Pizîşkiyan de bû wezîrê parastinê, ev serdana yekemîn a Ezîz Nesîr Zada  ye. Ev serdan, piştî çend saetan ji serdana Elî Larîcanê ji Şamê re pêk hat.

(fr)