Di Operasyona Ewlehiya Domdar de 16 çeteyên din hatin girtin

Di roja 3ˈyemîn a Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê de, 16 çeteyên din ên DAIŞˈê hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

Di Operasyona Ewlehiya Domdar de 16 çeteyên din hatin girtin
9 mijdar, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar bi daxuyaniyekê encamên roja 3ˈyemîn a operasyonê ya li kampa Holê aşkera kirin.

Di daxuyaniya odeyê de ku li ser malpera QSDˈê hatiye weşandin, ev agahî hatin parvekirin: "Odeya Operasyonên Ewlehiya Domdar a paqijkirina kampa Holê û derdora wê di roja 4ˈan de dewam dike. Li hundir û derveyî kampê gelek şaneyên terorîst hatin jihevxistin û erdîngariyeke fireh hat paqijkirin, her wiha operasyonên serdegirtinê li dijî stargehên terorîstan hatin lidarxistin.

Hêzên operasyonê di roja sêyemîn de bajarê Holê û berên wê, beşeke mezin ji kampê paqij kirin. Di lêgerînê de 16 çeteyên şaneyên rêxistina terorîst hatin girtin û miqdareke çek, cebilxane û pêdiviyên leşkerî jî hatin desteserkirin.

Her wiha di nava kampê de 2 xendeqên veşartina çek û çeteyan hatin dîtin.

Di operasyona lêgerînê de, endamên şaneyên rêxistina terorîst hewl da birevin û biçin beşên din ên kampê, lê hewldanên wan hatin pûçkirin û terorîst hatin girtin.

Tedîbêrên pêwîst ên ewlehiyê dewam dikin."

(bb)