Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Li bajarê Reqayê civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
  Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
9 mijdar, 2024   11:51
REQA

Civîna avakirina Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê dest pê kir. Di civînê de hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman, nûnerên zanîngehên Rojava, Şerq û Kobanê û nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser amade ne.

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xelef El Meter ve hate kirin.

Xelef El Meter civîn wek gaveke girîng ji bo birêxistinkirin û pêşxistina qada perwerde û fêrkirinê bi nav kir.

Di civînê de ku dê 2 rojan dewam bike, dê rêziknameya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were xwendin û nîqaşkirin. Her wiha dê pêşniyarên der barê rêziknameyê de werin xwendin û nîqaşkirin.

(bb)

ANHA