Di operasayona artêşa Somaliye de 15 çeteyên Tevgera Ciwanan hatin kuştin

Di operasyoneke taybet a artêşa Somaliyê de 15 çeteyên Hereket El Şebab (Tevgera Ciwanan) hatin kuştin û 8 jî hatin girtin. Di operasyona meha borî de jî 2 serçete hatin kuştin.

Di operasayona artêşa Somaliye de 15 çeteyên Tevgera Ciwanan hatin kuştin
4 ÇILE, 2026   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Somaliyê ragihand ku artêşê duh êvarî li herêma Celîb a başûrê welat operasyoneke taybet li dar xist. Li gorî wezaretê, di encama operasyonê de 15 çeteyên Hereket El Şebab (Tevgera Ciwanan) a girêdayî El Qaîdeyê hatin kuştin û 8 çete jî hatin girtin.

Desthilatdariya Somaliyê duh ragihandibû, di operasyoneke hevpar de ku di kanûnê de ligel artêşa DYA’yê hatibû lidarxistin, serçeteyekî tevgerê hat kuştin. Desthilatdariyê diyar kir ku serçete berpirsê gelek êrişan bû, di nav de hewlda kuştina serokê Somaliyê.

Wezîrê Parastinê yê Somalî Ehmed Mûalîm Feqî der barê mijarê de got, Abdullah Osman Mihemed Ebûker ku bi navê "Endezyar Îsmaîl" tê nasîn, 10’ê kanûnê di operasyoneke leşkerî de li bajarokê Celîb hat kuştin.

Wezîr da zanîn ku serçeteyekî din jî bi navê Ebdulkerîm Mihemed Hersî "Qurleh" di operasyonê de hat kuştin.

Ebûker (43) berpirsê teqemeniyan û şêwirmendekî nêzî berpirsê tevgerê Ehmed Dêrî ye. DYA’yê ku çete Ebûker wekî terorîst destnîşan kiriye, ji bo agahdariya ku bibe sedema girtina wî xelatek 5 mîlyon dolar veqetandiye.

(b)