Civîna fermandarên QSDˊê bi hikumeta veguhêz re bi dawî bû

Civîna fermandarên QSDˊê bi hikumeta veguhêz re ya di çarçoveya nîqaşkirina entegrasyona leşkerî de, bi dawî bû.

Civîna fermandarên QSDˊê bi hikumeta veguhêz re bi dawî bû
4 ÇILE, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku "Di çarçoveya nîqaşên girêdayî mijara entegrasyona leşkerî de civîna şandeya ji fermandarên me, QSDˊê, bi rayedarên hikumeta Şamê re li paytexta Şamê bi dawî bû."

Navendê diyar kir ku "wê piştre hûrgilî û encamên civînê bêne parvekirin."

Şande ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî  ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk tê.

Hate diyarkirin ku ji fermandarên operasyona ’’Inherent Resolve’’ Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.

QSD’ê di 29’ê Kanûna 2025’an de ragihandibû ku serdana şandeyê ya li Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye taloqkirin û diyar kiribû ku dê di demeke pêş de biçe.

(fr)