Di êrişên Îsraîlê de 3 filistînî hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 3 filistînî hatin kuştin
4 ÇILE, 2026   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de 3 filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê dane Reutersê "Ji kuştiyan zarokekî 15 salî heye, her wiha nêçîrvanek li herêmên ne di bin kontrola Îsraîlê de û mêrek li rojhilatê bajar li herêma di bin kontrola Îsraîlê de hatin kuştin."

(b)