Xelkê 4 bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê

Karwana şêniyên 4 bajarên kantona Cizîrê, ji bo ku tev li çalakiyên dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibin, gihîşt Bendava Tişrînê.

Xelkê 4 bajarên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
29 nîsan, 2025   19:50
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Vê sibehê karwana şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê berê xwe da Bendava Tişrînê, ku tev li çalakiya nobedê ya bendavê bibin.

Ji 8’ê Çileyê ve, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û bendavê, li Bendava Tişrînê di nobedariyê de ye.

Nûçegihana me ji bendavê, dîmenên gihîştina karwana şêniyan û pêşwazîkirina wan ji aliyê şêniyên kantona Firatê ve, ku ji çend roj e li wir nobedariyê dikin, parve kirin.

(mh/fr)