Di nava 24 saetan de li Filistînê 88 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê de, di nava 24 saetên dawî de 88 kes hatine kuştin.

Di nava 24 saetan de li Filistînê 88 kes hatin kuştin
5 ÇILE, 2025   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku roja yekşemê da, li Şerîda Xezeyê di nava 24 saetên dawî de 88 Fîlîstînî hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve 45 hezar û 805 Fîlîstînî hatine kuştin.

(fr)