Ji malbatên şehîdan ên Girkê Legê û Dêrikê re civîn

Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Girkê Legê û Dêrikê bi malbatên şehîdan ên herdu bajaran re civiyan. Di civînê de hat gotin ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan girîngî bi piştgiriya QSDˋê heye.

5 ÇILE, 2025   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê civînên cuda ji malbatên şehîdan re li dar xistin.

Li bajarê Girkê Legê civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi beşdariya malbatên şehîdan ên bajêr, Rimêlan û gundewarên wan hat organîzekirin.

Di serî de endama Meclisa Giştî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Armanc Mihemed diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têkbirina îradeya gel û dagirkirina xakê ye.

Armanc Mihemed ji bo parastina herêmê girîngî da hembêzkirina QSDˋê û got: "Berxwedana li Bendava Tişrînê û Qereqozaqê wê hêz û nexşerêya neteweya demokratîk nîşan bide. Projeya biratiya gelan projeya ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, ye. Bi biratiya gelan û berxwedanê em ê di welatê xwe de bi aştî û demokrat bijîn."

Di dawiya axaftina xwe de Armanc Mihemed bang li ciwanên herêmê kir ku tev li QSD'ê bibin û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîd hatine bidestxistin, biparêzin ji ber ku ev derfeteke dîrokî ya bidestxistins maf, nasname û xakê ye.

Malbatên beşdar jî piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û diyar kir ku QSDˋê hêza tekane li Sûriyeyê dikare ewlehiya li herêmê misoger bike.

Li bajarê Dêrikê civîn li hola Mişwar a bajêr bi beşdariya bi sedan malbatên şehîdên Dêrik, Berav û Koçerat li dat ket.

Di civînê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdo Mihemed diyar kir ku di vê qonaxa hestiyar de girîngî bi hevgirtin û xwerêxistinkirinê heye.

Mihemed wiha got: "Divê em piştgiriya hêzên xwe yên QSD'ê bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin û îstîqrarê misoger bikin."

Di dawiya civînê de endamê meclisê Mehmûd Resûl jî diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê, şervanên QSDˋê li eniyên şer destanên lehengiyê dinîsînin. Divê hemû gel li hember vê berxwedanê piştgiriya şervanên xwe bikin.

(mh/fr)

ANHA

Dêrik

Girkê legê