Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin

Di roja 5'emîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10'an de pêvajoya perwerde û fêrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de pêvajoya perwerdeyê hat nîqaşkirin
12 mijdar 2024   23:04
QAMIŞLO

Mîhrîcana 10'emîn a Çand û Hunerê ya Rojava di roja xwe ya 5'emîn de li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo didome.

Di roja 5'emîn de paneleke diyalogê bi navê "Rewşa perwerde û fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" hat lidarxistin. Tê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî, profesor Silêman Îlyas, profesorê Zanîngeha Rojava, profesorê beşa dîrokê ya Zanîngeha Rojava Ebdulîlah Mustefa û profesor Mihemed Elî Ebdî beşdar bûn. Panel ji aliyê Welîd Çolî ve hat rêvebirin.

12 SALÊN PERWERDE Û FÊRKIRINÊ LI SER MASEYÊ BE

Ebdulîlah Mustefa li ser girîngiya perwerde û fêrkirinê di stratejiyên hikumet û rêveberiyan dr axivî û diyar kir ku perwerde û fêrkirin bi zimanê dayikê ve girêdayî ne û wî pêş dixin.

Semîra Hac Elî li ser qonaxên pêşîn ên pêvajoya perwerde û fêrkirinê axivî û got: "Biryara fêrkirina bi zimanê dayikê biryareke dîrokî û girîng bû. Tevî zehmetiyan dîsa jî me nasnameya xwe bi rêya perwerde û fêrkirinê îsbat kir."

Semîra Hac Elî wiha domand: "Desteya Perwerde û Fêrkirinê xwedî stratejî û teşeyeke akademîk e. Her wiha gelek fakulte û zanîngeh hatin vekirin, hemû jî li gorî pêdiviyên zanistî û akademîk in. Ji bo xebatên hevbeş û vekirina nivîsgehên dîjîtal û elektronîk bi zanîngehên navneteweyî wekî Zanîngeha Arizona re, têkilî tên kirin."

Silêman Îlyas diyar kir ku pêwistî bi bilindkirina asta xebatê ji bo dagirtina kêmasiyên heyî, heye.

ZEHMETÎ Û ASTENGÎ

Profesor Mihemed Elî Ebdî zehmetî û astengiyên li pêşiya pêvajoya perwerdehiyê li herêmê anîn ser ziman û got: "Kêmasiyên herî mezin bêbaweriya bi zimanê dayikê ye, ji bo wê jî jîngeheke aram pêwist e. Kêmbûna çavkaniyên zanistî yên bi zimanê Kurdî û tunebûna îtîrafekê ji bo pêşerojê dibin astengî."

Ebdî diyar kir ku ew astengî bi rêya îtîrafa siyasî ya navneteweyî bi Rêveberiya Xweser tên çareserkirin.

Henwextî wê, di roja 5'emîn a mîhrîcanê de şevbuhêrkeke helbestan bi navê "Êvara ava mezin" hat pêşkêşkirin. Tê de helbestvan Newaf Mihemed Seîd, Ebdurehman Silo, Hêv Ebdî, Yûsif Bavê Ceger, Xalid Qasim, Mehmûd Sefo, Mihemed Şerîf Berhek, Mihemed Emîn Sedo, Aycan Salih û Azad Piling beşdar bûn.

Her wiha monodrama ya "Xewna nexewn" a ji nivîs, derhênerî û lîstikvaniya Xebat Findî, hat pêşkêşkirin.

(mh)

ANHA