ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 11 – 2024
13 mijdar, 2024   02:00

Kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, dateyên civînên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re vegotin. Her wiha diyar kirin “Yê aştiyê bi rê ve dibe, rêberê me ye ku dîlgirtî ye. Dê demê aştî dê çawa pêk were?"

Şêniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin: "Em ê birçîbûnê û zehmetiyan tehemûl bikin, lê dev ji axa xwe bernadin."

Şervanên beşdarî Operasyona "Ewlehiya Domdar" bûne diyar kir ku operasyonê encamên baş girtin, planên çeteyên DAIŞ’ê û hewldanên wan ên revandina malbatan ji hundirê kampê, hatin têkbirin.

Operaysonên ewlehiyê yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê têne lidarxistin, têra çareserkirina pirsgirêka DAIŞˈiyên girtî û malbatên wan ên li kampan nakin. Lewre ji bo siberojeke ewle li herêmê û cîhanê, divê civata navneteweyî ji bo dîtina çareseriyeke daîmî bikeve nava tevgerê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Cotkarên kantona Firatê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin herin nav zeviyên xwe.

Xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Eseed Ehmed Xidir û Mihemed El Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir dikin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqa endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hisên El Exres li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê şervanên QSDˋê şehîd Xesan Casim El Elawî li goristana şehîdan a bajêr oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Têkildarî cezayê darvekirinê ya li dijî çalakgera Kurd û endamê KJARˋê Werîşe şêniyên bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girse ji Çerxerêya Osman Sebrî ve li dar dixe. (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Amûdê bi boneya salvegera 64ˋan a şewata Sînemaya Amûdê çalakiyekê li dar dixe. (11:00). Her wiha der barê heman mijarê de Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê li pêş Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li taxa Eşrefiyê daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di komînên bajarokê Ehdas û gundewarên Kantona Efrîn û Şehbayê de semîneran dide. (12:00) her wiha Nivîsgeha Jinan a Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de li pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN