Di Meclisa Gelan a Minbicê de guhartinên nû

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê, piştî bidawîkirina erkdarkirina 25 endaman, 25 endamên nû hilbijartin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan, Meclisa Ol û Baweriyan, Meclisa Aboriyê û Meclisa Tenduristiyê hatin avakirin.

30 mijdar, 2024   18:05
MINBIC

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê civîna xwe ya asayî ya bi jimareya 15ˋan bi beşdariya endamên meclisê li dar xist.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşdeçûnên dawî hatin nîqaşkirin. Dûre, ji bo pêkanîna Hevpeymana Civakî, Munîre Kilzê bû hevseroka Meclisa Çandê. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan, Meclisa Ol û Baweriyan, Meclisa Aborî û Çandiniyê hatin avakirin.

Dûre erkdarkirina 25 endamên meclisê hatin bidawîkirin. Li gorî Hevpeymana Civakî 25 endamên din ji bo meclisê ji tevahî beşên civakê, tevger, partiyên siyasî, Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk, tevgerên jinan, rûspiyên eşîran, kesayetên serbixwe hatin hilbijartin.

LI GORÎ HEVPEYMANA CIVAKÎ ERKÊN MECLISÊN HATINE AVAKIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan bi karê birêxistinkirina malbatên şehîdan, malbatên gaziyan û dîlgirtiyên şer ji tevahî aliyan ve radibe.

Meclisa Aborî û Çandiniyê jî ji nûnerên saziyên aboriyê, yekitî û komeleyên cotkaran, xwediyên sewalan, odeyên bazirganî û pîşesaziyê, navendên lêkolîn, nûnerên fakulteyên endazyaran, beyteriyan û endazyarên çandiniyê pêk tê.

Meclisa Çand û Ronakbîriyê ji nûnerên akademiyên huner û çandê, komîteya ragihandinê, komîteya Akademiyên Civaka Demokratîk, nûnerên navend, komeleyên çandê, yekitiyên rewşenbîr û hunermendan, nûnerên fakulteyên girêdayî wê pêk tê.

AVAKIRINA MECLISA TENDURISTIYÊ

Meclisê civînek li hola Nexweşxaneya Firatê ya Minbicê bi beşdariya endamên Desteya Tenduristiyê, Nexweşxaneya Firatê û karkerên beşa tenduristiyê li dar xist. Di civînê de Meclisa Tenduristiyê ya kantona Minbicê hat avakirin.

Di civînê de bijîşk Mihemed Mistefa Hoşan û dermansaz Efran Mihêmîd weke hevserokên meclisê hatin hilbijartin.

Meclisa Tenduristiyê ji nûnerên sazî û komeleyên girîngiyê didin tenduristiyê, yekitiyên bijîşk û dermanxaneyan, bijîşkên diranan, yekitiyên pîşesazên tenduristiyê, nûnerên meclisên jîngeh, şaredarî, aborî û nûnerên ji fakulte û peymangehên pispor hat avakirin. Ev meclis projeyên stratejî ji bo xizmetkirina dozên tendurisî yên civakê bi pêş dixe. Her wiha li gorî rêgeza tendurstiyê ku ji jiyana ekolojîk û avakirina civakeke azad dest pê dike, dixebite.

(fr)

ANHA