Çeteyan gundekî Şêrawayê topbaran kir: Zarokek birîndar bû

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezin ê bajarokê Şêrawayê topbaran kir. Di encamê de zarokek birîndar bû.

Çeteyan gundekî Şêrawayê topbaran kir: Zarokek birîndar bû
30 mijdar, 2024   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me bi dest xistine, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gund Mezin ê bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehba topbaran kir.

Nûçegihan anî ziman ku di topbaranê de zarokek navê wê nehat zanîn birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.

(fr)