Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist

Şaredariya Gel a Şedadê ya kantona Cizîrê di civîna xwe ya salê de projeyên pêk anîne aşkera kirin, her wiha pêşniyarên ji bo projeyên bê diyar kirin.

Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariya Gel a Şedadê civîna xwe ya salê li dar xist
30 mijdar, 2024   17:38
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Şedadê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya sala 2024ˋan li dar xist. Di civînê de endamên şaredariyê, nûnerên komînên bajêr û gundewarê wê beşdar bûn.

Di civînê de rêveberê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel a Şedadê Xidir El Xêrî raporek li ser projeyên pêk anîne xwend.

PROJEYÊN DI 2024ˋAN DE HATINE PÊKANÎN

Li gorî raporê, projeyên mîna xîzkirina rêyên li gundê Hedad û Xirbet El Umal li Til Şayir bi lêçûna 29 hezar dolar hatin pêkanîn.

Her wiha rêyên li gundên Elos, Neame, El Muhena Ebû Fas, Cerwan û El Xibêrat ên girêdayî Şedadê hatin xîzkirin û projeya xîzkirina gundê Rişêdiyê yê Şehadê ji sedî 75 bi dawî bûye. Lêçûna giştî van projeyan nêzî 130 hezar dolar e.

Şaredariyê ji Îlonê de dest bi projeya avê li Şedadê kiribû. Ji sedî 50 ji projeyê pêk hatiye û nêzî 60 hezar dolar lê çûye.

Projeya peyarêya Deşîşe, rêya firnê bi rûbera 250 metreyî hatiye destpêkirin.

PLANSAZIYA XEBATÊ YA 2025ˋAN

Di civînê de projeyên hatine kirine û yên dê di sala bê de werin kirin hatin nîqaşkirin.

Şaredariyê diyar kir ku ew ê projeyên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyan temam bikin. Her wiha li ser avakirina nivîsgeheke ji bo şaredariyê bi rêxistinên xwecih re xebat tên kirin. Xebat li ser projeya ronîkirina bajêr tê kirin û dê dewreyên perwerdê yên komputerê ji karkeran re bên vekirin.

Ev pêşniyar di civîna şaredariya gel de ya bi meclis û komînan re hatin kirin.

Di dawiyê de hevserokatiya şaredariya gel a Şedadê got ew ê xizmetguzariyan ji bo başkirina bajêr dewam bikin.

(fr)

ANHA