Di hefteya borî de mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, tevgerên Îsraîlê li Colana dagirkirî, bandorê kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Yehya Sînwar li ser şerê Îsraîlê li Xeza û Lubnanê hatibû kirin.

Di hefteya borî de mijarên sereke yên rojnameyên erebî
20 cotmeh, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NÊÇÎRVAN BARZANÎ JI BO PEYDAKIRINA PIŞTGIRIYA HERÊMÎ LI ENQEREYÊ YE’

Rojnameya El Ereb cih da hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê.

Rojnameyê serdana beriya hilbijartinên parlamentoyê ya ji aliyê serokê demborî yê hikumeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ya li Enqereyê wek "gaveke ji bo pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyeyê re” bi nav kir, nemaze ku PDK bi fikar e ku Îran û hêzên hevalbendên wê yên ku desthilatdariya federaliya Iraqê kontrol dikin, li kêleka hevrikê wê anku YNKˈê ya bi serokatiya Bafil Celal Talebanî bin.

Li gorî rojnameyê, Barzanî bi vê serdanê li piştevaneke herêmî ji bo qonaxa piştî hilbijartinan digere û wiha hat domandin: "Li aliyekî din jî Tirkiye, PDKˈê teşwîq dike ku têkiliyên xwe pê re xurt bike. Tirkiye bi xurtkirina têkiliyan bi PDKˈê re dê gelek qezencan bi dest bixe; hegemonyaya xwe li Iraqê çêke, li hemberî bandora Îranê ya li wî welatê zemîneke xurt ava bike. Ji bilî feydeya herî berbiçav peydakirina hevsengeke siyasî û ewlekarî ya herêmî bi dest bixe."

Tora El Erebiye nûçeyek bi sernavê "Sira bêdengiya El Esed li hember tevgerên Îsraîlê li Colanê û şerê li Lubnanê çi ye?" weşand. Torê diyar kir ku El Esed heta niha li hember geşedanên li Lubnanê tu daxuyanî nedane.

Torê bal kişand ser tevgerên Îsraîlê yên li Colanê û da zanîn ku El Esed dîsa bê deng e.

Torê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê û analîzvanan wergirtine, destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê mayin rakirin û bendên kontrolê li ser sînorên di navbera girê Colanê ya dagirkirî û Sûriyeyê de ava kirin.

Li gorî Reutersê dibe Îsraîl operasyonên xwe yên bejahî li dijî Hizbullaha Lubnanê berfirehtir bike.

Torê da zanîn ku "Firqeya 4`an" a Mahir El Esed ferman daye ku çek neyên veguhastin an jî mazûvaniya endamên Hizbullanê li navendên xwe nekin.

Têkildarî bêdengiya El Esed torê cih da nirxandina hin analîzvanan ku El Esed dixwaze xwe ji şerê yekser ê bi Îsraîlê re dûr bixe û ji ber ku piştgiriya Hizbullahê û Pasdarên Îranê dikin, hêzên El Esed armanca hêzên Îsraîlê ne.

‘KUŞTINA YEYHA SINWAR: VEBIJÊRKÊN ÎRANÊ Û BASKÊN WÊ LI HERÊMÊ ÇI NE?’

Rojnameya El Eyn El Exbariya cih da nirxandinên pisporê kar û barên Îranê yên der barê vebijêrkên Îranê yên piştî kuştina Sinwar de. Hate gotin: "Dibe ku rayedarên Tehranê 3 vebijêrkan hilbijêrin; rêzeserkeftinên leşkerî yên Îsraîlê paşguh bike û guh bide jinûve avakirina hêza xwe ya bi wekîlan, dibe ku hewl bide têkiliyên xwe bi hêzên rojavayî re xurttir bike. Dibe ku biryar be ku parastina rasteqîn a yekane ji Îsraîlê ˈvekolîna doktrîna nukleerîˈ û hewl bide uranyuma dewlemendkirî ya depokirî veguherîne çekên rasteqîn."