‘Em dê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin’

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca tevahî gelan e û destnîşan kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê geş bikin.

‘Em dê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin’
20 cotmeh, 2024   03:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Şêniyên kantona Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bidomînin.

Omer El Ayîd diyar kir ku pergala qirkirinê ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dike hedef û got: "Ramanên azad ên Rêbertî bûne bingeha jiyana me. Em ê pêkanîna ramanên wî bidomînin ku dê me ber bi aramiyê ve bibe.”

El Ayîd anî ziman ku ew bi projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin kar dikin û wiha dom da axaftina xwe: "Armanca vê projeyê biratiya gelan û jiyana hevbeş a bêyî cudabûn e. Îsbata vê yekê têkiliyên tevahî pêkhateyên herêmê ye. Tu ferq û cuhdahî naxe navbera mezheb, zayend an netewe. Pêkanîna ramanên Rêbertî mîsogeriya serketina me ye.”

Welatiyê bi navê Bekir Reşo diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan pêwîstiyek e.

Bekir Reşo girîngiya hevgirtinê û belavkirina fikrên Rêbertî di nava gelan de vegot û ev bang kir: "Ji bo şikandina pergala îşkence û qirkirinê divê her kes dengê xwe bilind bike. Divê têkoşîn were mezinkirin û her kes bi xurtî beşdarî çalakiyên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibin."

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm El Ehmed bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî ya li hemberî pergala qirkirin û îşkenceyê û wiha axivî: "Rêbertî şerê kapîtalîzmê kir, daxwaza azadî û rumeta gelên bidest kir. Divê rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî li hemberî pêkanînên li dijî wî têne kirin ji bêdengiya xwe derkevin û rola xwe bi cih bînin, zextê li Tirkiye bikin bila Rêbertî azad bike."

El Ehmed diyar kir ku heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe dê bangên xwe yên azadiya wî bidomînin û têkoşînê mezin bikin.

(bb)

ANHA