ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 10 – 2024
20 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca tevahî gelan e û destnîşan kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê geş bikin.

Şêniyên ji Çilaxayê tevkariya PDKˈê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê de şermezar kir û got "Yên ku tevkariya dijmin dikin xayîn in, cihê wan di nava me de nîn e."

Ji fermandarên YPJˈê Zinarîn Kobanê pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê wekî tolhildana dîrokî ya jinên Reqa, Kobanê, Şengal û Mûsilê û jinên cîhanê bi nav kir û got “Heke hêzeke bi pêşengiya jinan hebe dê teqez serkeftin a wan be, teqez azadî bi pêşengiya wan were serxistin.”

Şêniyên ji bajarê Holê pesnê rola Rêveberiya Xweser a pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê tên da û got ew amade ne kesên ji Lubnanê tên li malên xwe pêşwazî bikin.

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, tevgerên Îsraîlê li Colana dagirkirî, bandorê kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Yehya Sînwar li ser şerê Îsraîlê li Xeza û Lubnanê hatibû kirin.

Bi destpêkirina amadekirina mewsia çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re endazyara çandiniyê Emel El Metorî cotkar şîret kir ku pêwîst bi pêkanîna dewreya çandiniyê heye, ji ber ku bandorên wê yên erênî li ser mewsim û axê hene.

Kongra Star li ser asta kantona Cizîrê li Navenda Lêkolîn û Şêwirên Dîplomasî ya Qamişlo ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristî û hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan komxebatekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî li Zanîngeha Kobanê di roja duyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê şehîd Bêrîtan bi boneya nêzbûna salvegera 32ʹyemîn a şehadetê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bi bîr tîne, saet 11:00ʹan, her wiha Meclisa Bajarê Şedadê jî bi heman boneyê li hola meclisê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan civînekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê li stadyûma Reqayê şahiyekê organîze dike, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8ʹan di roja xwe ya 6ʹan de li hola Zana ya Qamişlo dewan dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)