Di êrişên Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin

Di êrişên hewayî yên Rûsya yên li ser Ukraynayê de, yek jê zarok, 5 kes hatin kuştin. DYA’ê ji ber êrişên hewayî yên Rûsyayê welatiyên xwe hişyar kirin.

Di êrişên Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin
5 hezîran, 2025   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand hêzên Rûsyayê duh bi şev bi balafireke bêmirov a biçek bajarê Priluki yê bakurê Ukraynayê bombebaran kiriye.

Rayedaran destnîşan kir ku di encama bombebaranê de bi kêmanî 5 kes hatine kuştin, 6 kes jî birîndar bûne û zirar li avahiyan bûne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kîevê ji ber êrişên hewayî yên muhtemel ên Rûsyayê hişyarî da welatiyên xwe û ji wan xwest baldar bin.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un jî di hevdîtina xwe ya li gel sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Shoigu de piştgiriya xwe ya bê şert û merc da Moskovê. Her wiha ragihand ku welatê wî dê li gorî peymana dualî ya bi Rûsyayê re tev bigire.

(bb)