Li Reqayê operasyon: 7 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Reqayê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Li Reqayê operasyon: 7 çete hatin girtin
5 hezîran, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê parve kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bibandor li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kantona Reqayê li dar xistiye. 

Hate desntîşankirin ku di encama operasyonê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ku kiryarên xirabkirin û têkbirina ewlehiya herêmê pêk dianîn.

Li gorî daxuyaniyê; “Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên hêzên me yên bi armanca parastina ewlehî û aramiyê, şopandina bermahiyên rêxistina terorîst û pêşîgirtina li hewldanên wan ên ji nû ve birêxistinbûna wan a li herêmê de pêk hat."

(bb)