Li Sûriyeyê sibe roja yekemîn a Cejna Qurbanê ye

Sûriye, Erebistana Siûdî û Misir jî di nav de, li piraniya welatên misilmanan sibe (6 Hezîran) roja yekemîn a Cejna Qurbanê ye. Li hin welatên din wekî Mexrib û Pakistanê 7’ê Hezîranê wekî roja yekemîn a cejnê hatiye ragihandin.

Li Sûriyeyê sibe roja yekemîn a Cejna Qurbanê ye
5 hezîran, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî, Misir, Urdin, Iraq, Uman, Endonezyayê û Îmaratê ragihand ku hîlal êvara 27’ê Gulanê hatiye dîtin, lewra roja Çarşemê (28 Gulanê) roja yekem a Zû El Hîce ye, li gorî vê yekê, roja Erefê 5’ê Hezîranê ye û 6’ê Hezîranê jî roja yekem a Cejna Qurbanê ye. 

Mexrib, Morîtanya, Pakistan, Hindistan, Bangladeş û Bruneiyê ragihand ku hîlal êvara Sêşema 27’ê Gulanê nehat dîtin, ji ber vê yekê, roja 29’ê Gulanê wek roja yekem a Zû El Hice, 6’ê Hezîranê roja Erefê ye û roja Şemiyê jî (7 Hezîran) roja yekemîn a Cejna Qurbanê ye.

Rayedarên olî yên li Malezyayê jî diyar kir ku roja Çarşemê (28’ê Gulanê), dawiya hevya Zû El Qîde ye, roja Pêncşemê roja yekem a meha Zû El Hîce ye û roja Înê (6 Hezîran) roja yekemîn a cejnê ye.

Komeleya Astronomiyê ya Sûriyeyê jî diyar kir ku roja Înê (6’ê Hezîranê) roja yekemîn a Qurbanê ye.

(bb)