Di êrişên li ser Xezayê de zêdetirî 20 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên nû yên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de, bi kêmanî 24 filistînî hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de zêdetirî 20 kes hatin kuştin
6 ÇILE, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ligorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtine, di êrişên nû yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, bi kêmanî 24 filistînî hatine kuştin.

WAFAˈyê ragihand ku di êrişa li ser kampa Birêc de 3 kes û di êrişa li ser kampa Nisêrat de kesek hatine kuştin.

Xebatkarên tenduristiyê û niştecihan jî got "Hêzên Îsraîlê di êrişên xwe yên duh ên li ser dibistaneke koçber lê dimînin û hedefên din de bi kêmanî 20 filistînî qetil kirine, piraniya wan jî ji Xezayê ne. Bi armanca avakirina herêmeke tampon li bakurê Xezayê operasyonên qirkirina etnîk ên valakirina herêmê jî dewam dikin."

Xebatkarên tenduristiyê û niştecihan diyar kir ku di êrişên hewayî yên li ser bajarê Xezayê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û yên din di êrişên li Beyt Lahiya, Beyt Hanûn û Kampa Cibalyayê de hatine kuştin.

(bb)