Di êrişên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên li rojavayê Xan Yûnisê de 2 jê zarok, 6 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin
4 kanûn, 2025   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa MAAN a Filistînê, di êrişên şeva borî (Çarşem) yên Îsraîlê yên li ser herêmên rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê de 2 jê zarok, 6 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku êriş herî kêm bi 4 fûzeyan li ser kampa herêma Mewasî hat kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku di pevçûnên li bajarê Refehê de 5 leşkerên wê birîndar bûne.

(bb)