Endamekî hêzên têkoşîna li dijî hişbirê şehîd bû

Endamekî hêzên têkoşîna li dijî madeyên hişbir ên kantona Cizîrê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Endamekî hêzên têkoşîna li dijî hişbirê şehîd bû
4 kanûn, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endamekî têkoşîna li dijî madeyên hişbir ên kantona Cizîrê êvara roja Sêşemê 2’ê Kanûnê di encama qezayeke trafîkê de li ser rêya bajarê Til Koçerê şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya endamê şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Muemer Dendeh

Navê dayikê: Fehîme

Navê bavê: Mehmûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo- 1-1-1995

Cih û dîroka tevlêbûnê: Gerînendetiya Dergehan-19-12-2023

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer-2-12-2025

Fermandariyê sersaxî ji malbata şehîd û gelên herêmê re xwest û got, xwîna şehîdên leheng dê meşaleya azadî, ewlehî û aramiyê bimîne.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku peyama xwe ya parastina gelên herêmê û destkeftiyên wê bidomînin.

(bb)