Şandeyeke Konseya Ewlehiyê hat Sûriyeyê

Nûnerên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji dema rûxandina rejîmê Baasê ve cara ewil e tê Sûriyeyê.

Şandeyeke Konseya Ewlehiyê hat Sûriyeyê
4 kanûn, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve ragihand ku nûnerên 15 welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî nûnerê daîmî yê Sûriyeyê yê li NY’yê Îbrahîm Ulebî û cîgira nûnerê taybet ên NY’yê yê Sûriyeyê Necat Ruşdî di deriyê Yabîs ê bi Lubnanê re hatin Sûriyeyê.

Li gorî heman ajansê, şande dê bi berpirsên hikumeta veguhêz û nûnerên civaka sivîl re hevdîtinan bike. Piştre dê gera xwe li Lubnanê dewam bike.

Şandeya Konseya Ewlehiyê yekser serdana taxa Cober a Şamê kir ku ji ber şer wêran bûye.

Balyozê Slovenyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Samuel Zbogar ku welatê wî vê mehê serokatiya Konseya Ewlehiyê dike, roja duşemê di civîneke çapemeniyê de gotibû ev serdana fermî ya yekem a konseyê  bo Rojhilata Navîn di 6 salan de ye û ya yekem e bo Sûriyeyê.

Zbogar anî ziman ku ev serdan ji bo piştgiriya Sûriye û Lubnanê û naskirina astengiyên heyî û ragihandina peymanên girêdayî rêya ku Konseya Ewlehiyê dixwaze her du welat di pêvajoya pêş de esas bigire, girîng e.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY’yê Stephane Dujarric roja Sêşemê gotibû Neteweyên Yekbûyî  hêvî dike ku serdan dê ji bo xurtkirina diyaloga di navbera Neteweyên Yekbûyî û Sûriyeyê de dibe destekek.

(bb)