Di êrişên li ser Îranê de heta niha kî hatine kuştin?

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de, Rêberê Bilind Elî Xameneyî, şêwirmendê wî Elî Şemxanî, fermandarê Pasdarên Şoreşê Mihemed Pakpûr, serokê Erkanan Ebdulrehîm Mûsawî û wezîrê parastinê Ezîz Nasirzadeh, hatine kuştin. her wiha kesayetên leşkerî yên navdar û endamên malbata Rêberê Bilind, di nav kuştiyan de bûn.

Di êrişên li ser Îranê de heta niha kî hatine kuştin?
1 adar, 2026   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku di êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xameneyî, şêwirmendê wî û serokê Konseya Bilind a Parastinê Elî Şemxanî, fermandarê Pasdarên Şoreşê Mihemed Pakpûr, serokê Erkanan a Hêzên Çekdar Ebdulrehîm Mûsawî, wezîrê parastinê Ezîz Nasirzadeh û serokê navenda îstîxbarata polîsên Îranê Xulamreza Rezaeian,  hatine kuştin.

Di êrîşan de her wiha keça Elî Xamaney, neviya wî, zava û bûka wî, kesayetên leşkerî û ewlehiyê yên navdar, di nav de serokê nivîsgeha leşkerî ya Rêberê Bilind, Mihemed Şîrazî, serokê rêveberiya îstîxbaratê ya Fermandariya Awarte, Salih Esedî, serokê rêxistina SPND, Huseyîn Cebal Amelian, serokê berê yê rêxistinê Reza Mozaffari Niya jî hatin kuştin.

(k)