Di êrişên li Refeh û Xezayê de 7 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser taxên rojavayê Refehê û rojhilatê Xezayê 7 kes mirin. Rayedarekî Hemasê jî ragihand ku di dan û standinên agirbestê de tu pêşketin çênebûne.

Di êrişên li Refeh û Xezayê de 7 kes mirin
30 hezîran 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezayê di roja 268’an de dewam dike. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di encama şerê de heta niha 38 hezar û 834 kesan jiyana xwe ji dest da û 86 hezar û 858 kesên din birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku bi hezaran qurbanî hîna li ser rêyan û di bin kavilan de ne, ji ber artêşa Îsraîlê rê nade ambulsê xwe bighîne wan.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê îro li rojavayê bajarê Refehê û li taxa Derec a rojavayê bajarê Xezayê 2 mal bombebaran kirin. WAFA’yê ragihand ku di bombebaranê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek kesên din birîndar bûne.

Li gorî WAFA’yê, artêşa Îsrîalê taxên Tufaqh, Şûcaiyê û Sebrayê jî malên welatiyan bombebaran kirin, ji ber bombebaranê kuştî û birîndar çêbûne. WAFA`yê diyar kir ku ji ber bombebarana domdar ambulansan nikarin xwe bighînin birîndaran.

Rayedarekî Tevgera Hemasê di civîneke çapemeniyê ku li Beyrûtê lidarxistibû de ragihand ku di dan û standinên agirbestê de tu pêşketinê çênebûne.

Li gorî malpera nûçeyan a Axios ku agahiyên xwe ji 3 çavkaniyên "Agahdar" girtiye, DYA’yê ji bo agirbestê, serbestberdana rehînên Îsraîl û Hemasê pêşnumeya ku berê pêşkêş kiribû nû kir.

Heman malperê diyar kir ku forma pêşnumeya nûkirî ji aliyê serokê DYA’yê ve Jeo Biden ve hatiye pêşkêşkirin û ji aliyê Meclis Şer a Îsraîlê ve hatiye erêkirin. Lê navaroka wê hîna nehatiye aşkerekirin.

(bb)