Dadgehê danişîna rojnamevan Silêman Ehmed taloq kir

Dadgeha Dihokê danişîna rojnamevan Silêman Ehmed taliqê 29’ê Tîrmehê 2024 kir.

Dadgehê danişîna rojnamevan Silêman Ehmed taloq kir
30 hezîran, 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, piştî 211 rojan agahî jê hatibû girtin.

Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 250 rojin di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîran (îro), diyar kir.

Li gorî agahiyan biryar bû îro Silêman Ehmed hatiba dadgehkirin, lê Dadgeha Dihokê danişînê ji bo 29’ê Tîrmehê (2024) taloq kir.