Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 9 kes hatin kuştin

Di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezayê û Xan Yûnisê de 9 kes hatin kuştin. Îsraîlê diyar kir ku êriş li dijî endamên Hemasê hatine kirin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 9 kes hatin kuştin
15 sibat, 2026   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Parastina Sivîl a Filistînê û Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihandin ku îro di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser bakur û başûrê Xezayê de 9 kes hatine kuştin.

Çavkaniyan ji Ajansa Nûçeyan a Filistînê re diyar kir ku di êrişeke hewayî ya li ser kampeke koçberan de herî kêm 4 kes hatine kuştin û di êrişeke li ser Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de jî 5 kesên din hatine kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê got, "li Beyt Hanûnê binpêkirinek çêbû û çend terorîst ji tunelek rojhilatê Xeta Zer derketine, lew ra jî hêzan êrişî endamên Hemasê kirin."

Îsraîlê got ku êriş "bi baldarî û li gorî qanûnên navneteweyî" pêk hat.

Rayedarê Îsraîlê jî got, Hemasê zêdetirî 6 caran peymana agirbestê ya ku di Cotmehê de hatiye îmzekirin binpê kiriye.

(k)