Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 6 kes hatin kuştin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî bajarokên parêzgeha Nebetiyê ya başûrê Lubnanê kir, 6 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 6 kes hatin kuştin
6 îlon, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarokên parêzgeha Nebetiyê ya başûrê Lubnanê de 6 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişa li ser bajarokê Nebetiya Foqa de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, li taxa Rahîbat a Nebetiyê jî 8 kes di nav de jinek û zarokek birîndar bûn.

Navendê da zanîn ku di êrişa li bajarokê Erbesalîm de jî 2 jin hatin qetilkirin û 6 kes birîndar bûn, di nav birîndaran de 2 zarokên keçîn hene. Li bajarokê Keferruman jî 4 kes birîndar bûn.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê li Erbesalîmê maleke din bombebaran kir û bi temamî wêran bû, li Keferruman jî mala muxtarê berê Elî Muelêm li nêzî bajarê sîna hedef girt, di encamê de birîndarî çûbûn.

(f)