Şandeyeke hevbeş serdana stasyona Elok kir

Şandeyeke Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Cizîrê, rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Xaça Sor îro serdana stasyona avê ya Elokê kir.

Şandeyeke hevbeş serdana stasyona Elok kir
7 nîsan, 2026   11:53
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ku ji ajansa me re axivîn, di çarçoveya hewldanên ji bo ji nû ve xebitandina stasyona Elok a avê û baştirkirina xizmetên bingehîn li herêmê, şandeyeke hevbeş ku ji nûnerên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Xaça Sor pêk tê, îro serdana stasyonê kir.

Li aliyekî din, bi armanca peydakirina elektrîkê û zêdekirina karîgeriya xebitandinê ya stasyona avê, Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser santraleke elektrîkê ji herêma Rimêlanê şand bajarê Dirbêsiyê.

Tê payîn ku ev xebat pirsgirêka ava vexwarinê, bi taybet li bajarê Hesekê sivik bike û asta xizmetên sereke yên li herêmê baştir bike.

(k)