Di êrişa roja pêncşemê de serokê hikûmeta Hûsiyan hat kuştin

Hikûmeta Hûsiyan a Yemenê ragihand ku serokê hikûmetê û hin kesên pê re di encama êrişa Îsraîlê ya roja pêncşemê li paytext Senayê, hatin kuştin.

Di êrişa roja pêncşemê de serokê hikûmeta Hûsiyan hat kuştin
30 tebax, 2025   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya hikûmeta Senayê ya Hûsiyan li Yemenê ragihand ku serokwezîrê hikûmetê Ehmed Xlib Elrehewî û çend kesên pê re bûn, di encama êrişa Îsraîlê ya roja pêncşemê li paytext Senayê, hatin kuştin.

Duh radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku artêşê li dijî Serokê Fermandariya Giştî ya artêşê û Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Hûsiyan êriş pêk aniye.