Şêx El Hecrî daxwaza lêpirsîneke navnetewî ji bo sûcên li Siwêdayê kir

Serokê civaka Durzî bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînek serbixwe ya navneteweyî der barê sûcên hovane yên ku ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî şêniyên Siwêdayê hatine kirin, bide destpêkirin.

Şêx El Hecrî daxwaza lêpirsîneke navnetewî ji bo sûcên li Siwêdayê kir
30 tebax, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hîkmet El Hecrî, serokê civaka Durzî, bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînek serbixwe ya navneteweyî li ser sûcên hovane yên ku ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve li dijî şêniyên Siwêdayê hatine kirin, bide destpêkirin.

El Hecrî diyar kir ku tiştê li Siwêdayê qewimî qirkirineke sîstematîk e, ji ber vê yekê daxwaza lêpirsînên lezgîn kir da ku berpirsiyarên van sûcan hesab bidin.

Wî da zanîn ku di êrişan de zarok li ber çavên malbatên wan hatin kuştin, kal û pîr li meydanên giştî hatin kuştin, mala û xwediyên wan hatin şewitandin û sivîl hatin revandin.

El Hecrî daxwaz kir ku sûcdar ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re werin şandin û lêpirsînên bêalî li ser êrişan, di nav de bombebarana bêserûber a gundan, werin kirin.

Her wiha daxwaz kir ku şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî ji bo parastina sivîlan werin şandin, piştgiriya siyasî û leşkerî  bo hikûmetê bi dawî bibe û zext li ser hikûmeta Sûriyeyê ya veguhêz were kirin da ku peymana agirbestê pêk bîne.

(ac)

ANHA