Partiya Çep a Kurd binpêkirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şermezar kir

Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê binpêkirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxa Someriyê şermezar kir û ew wekî binpêkirina qanûnên Sûriyeyê û mafên mirovan bi nav kir.

Partiya Çep a Kurd binpêkirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şermezar kir
30 tebax, 2025   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê der barê binpêkirinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dijî taxa Someriyê ya bajarê Şamê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gef li şêniyên taxa Someriyê ya Şamê xwarin û ji wan xwest ku di heyama 48 saetan de ji malên xwe derkevin.

Di daxuyaniyê de ev kiryar wekî qirkirina nijadî û mezhebî û binpêkirina qanûnên Sûriyeyê û yên navneteweyî û mafên mirovan hatin binavkirin. Hat diyarkirin ku kiryarên wiha dikarin yekitiya niştîmanî têk bibin û krîzê kûrtir bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev sûc û binpêkirin hatin şermezarkirin û bang li hemû welatparêz, pêşverû û demokratên Sûriyeyê û civata navneteweyî hat kirin ku li hemberî van sûcan bisekinin.

(mh)