Di êrişa li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin. Îsraîlê jî destnîşan kir ku wê endamekî Hizbullahê di êrişekê de hedef girtiye.

Di êrişa li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin
4 ÇILE, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrişa li dijî erebeyekê li ser rêya Sefed El Betîx-El Cemcemiyê de, 2 welatî hatin kuştin.

Îsraîlê jî ragihand ku wê endamekî Hizbullaha Lubnanê kiriye hedef, lê hûrgiliyên din li ser nasnameya wî aşkera nekirin.

Di daxuyaniyeke leşkerî ya Îsraîlê de hat diyarkirin ku di çarçoveya bersivdana binpêkirinên Hizbullah ji bo lihevkirinên agirbestê de, artêşê êrişî endamekî Hizbullahê kir.

(ac/fr)

ANHA