Li Humsê komên hikumeta veguhêz bi hev ketin; kuştî hene

Li gundewarê Tilkelexê yê nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê di navbera komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pevçûn derket, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Humsê komên hikumeta veguhêz bi hev ketin; kuştî hene
4 ÇILE, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê ragihand ku li gundê Um Cami yê gundewarê Tilkelexê li nêzîkî sînorê Sûriyê-Lubnanê, di navbera komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pevçûnên dijwar rû dan.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji çavkaniyên herêmî wergirtine, di navbera hêzên "Ewelkariya Giştî" û "Nobetdarên Sînor" de ji ber nakokî û nebaşiya hevkariyê, pevçûn derketin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Ji ber pevçûnan di nava şêniyan de metirsî çêbû, nexasim jî li gel rewşa ewlehiyê ya xerab a li herêmê.

(ac/fr)

ANHA