Li Humsê hejmarek ciwan hatin girtin

Li gundewarê rojavayê Humsê hejmarek ciwanên ku "kartên çareserkirinê" hildigirin ji aliyê komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatin girtin.

Li Humsê hejmarek ciwan hatin girtin
4 ÇILE, 2026   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji gundewarê Humsê ragihand ku komên hikumeta veguhêz hejmarek ciwan li nêzî bajarokê Şîn ê gundewarê rojavayê Humsê girtin û bêyî tu zelalkirinên fermî yan jî tawanên li dijî wan, ew ciwan ber bi aliyên lêpirsînê ve birin.

Li hember vê bûyerê şêniyan hêrs, bertek û metirsiyên xwe der barê aqûbeta girtiyan de nîşan dan, nemaze jî li gel nebûna tu agahiyên piştrast li ser rewşa wan an jî cihê girtina wan.

(ac/fr)

ANHA