‘Azadiya Rêber Apo ber bi aştî û demokrasiyê ve gaveke dîrokî ye’

Jinên ji Girkê Legê diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan astengiyek e li pêşiya pêkanîna azadî û çareseriyeke demokratîk. Jinan da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe di hemû astan de bidomînin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

‘Azadiya Rêber Apo ber bi aştî û demokrasiyê ve gaveke dîrokî ye’
17 kanûn, 2025   04:19
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên ji bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir. Jinan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gaveke bingehîn e ber bi pêkanîna aştî û demokrasiyê ve li Tirkiye û herêmê.

Nehyet Musa destnîşan kir ku tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan ne tecrîda li dijî wê bi xwe ye, lê belê li dijî ramanê azadiya civakê û jinan e.

Nehyetê diyar kir ku xebata ji bo pêkanîna "azadiya fîzîkî ya rêber bi rêxistinbûn, hişyarî û beşdariya çalak a jinan di warên cûda yên jiyanê de dest pê dike. "

Nehyetê got tiştê îro ji jinan tê xwestin ew e ku têkoşîna aştiyane bidomînin û got: “Destkeftiyên ku bi saya ramanên rêber hatine bidestxistin biparêzin. Aazadiya rêber ya fîzîkî deriyek e ji bo hêviya çareseriyek berfireh û rêyek e ji bo xurtkirina hêza jinan a çalak di civakê de.”

Menar El Elî diyar kir ku şikandina tecrîdê berpirsiyariyek civakê ye. Lê jin xwedî roleke girîng in, ji bo belavkirina ramana azadiyê di nava nifşên nû de û pêkanîna wê di jiyana rojane de.

Menarê destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wê tê wateya serkeftina îradeya jinên azad, ji ber ku felsefeya wî jin kirine hevkarên rastîn ên têkoşîn û biryardanê.

Semer Ebdî got: "Ramana rêber Abdullah Ocalan veguherînek bingehîn di nêrîna civakê ya li ser jinan de pêk anî, û asoyên ji bo beşdariya wan a siyasî û civakî vekir."

Semerê da zanîn ku tiştê îro ji jinan tê xwestin ew e ku vê ramanê ji hewildanên tecrîdê biparêzin û ji bo bicihkirina wê di sazî û civakê de bixebitin. Semerê destnîşan kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiye û herêmê dê bibe gavek dîrokî be ber bi xurtkirina aştî û demokrasiyê ve.

(k)

ANHA