Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 5 kuştî, 10 birîndar

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li ser bajarê Siwer ê Lubnanê de 5 kes mirine û 10 jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 5 kuştî, 10 birîndar
28 cotmeh, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiya Giştî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê  de hate gotin, di êrişa Îsraîlê ya li ser bajarê Siwer ê başûrê Lubnanê de 5 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Wezaretê ev hejmar wekî bîlançoya pêşîn aşkera kiriye û got, xebatên rakirina kavilan dewam dike.

Ajansa National News a Lubnanê (NNA)  jî ragihand ku ji ber êrişî zerarên mezin li xanî û avahiyên nêzî devera Kornîş a deryayî bûne.

(bb)