Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hate kuştin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de kesek hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hate kuştin
3 tebax 2024   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarê Siwer ê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. NNA’yê ragihand ku di bombebaranê de ciwanek hate kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Heman ajansê diyar kir ku balafirên bêmirov ên biçek bajarokê Reb Selasîn a başûrê Lubnanê jî êriş pêk anîn û da zanîn ku windahî çênebûne.

(bb)