Di êrişa gundewarê Babê de ciwanek birîndar bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê bajarê Babê yê rojhilatê Helebê de ciwanek birîndar bû.

Di êrişa gundewarê Babê de ciwanek birîndar bû
7 kanûn, 2024   21:47
MINBIC

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane gundewarê Babê yê rojhilatê Minbicê topbaran dikin, di encamê de topbarana îro de ciwanek li bajarokê Erîma birîndar bû.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di topbaranên bêserûber ên li dijî gundewarê bajarê Babê de çend top li bajarokê Erîma jî ketin, di encamê de Xalid Ridwan (19) birîndar bû.

(fr)

ANHA