Di civîna Astanayê de girîngî ji bo diyalogê hat dayîn

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê banga destpêkirina diyalogê di navbera hikumeta Şamê û muxalifan de kir.

Di civîna Astanayê de girîngî ji bo diyalogê hat dayîn
7 kanûn, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov banga pêkanîna diyalogê di navbera hikumeta Sûriyeyê û opozîsyonê de kir.

Piştî civînê Lavrov bi hevpîşeyê xwe yê Tirk Hakan Fidan û yê Îranê Ebas Iraqcî re civiya û got: "Ne pêkan e komên terorîst xaka Sûriyeyê kontrol bikin û serweriya welêt binpê bikin. Hêzên hewayî yên Rûsyayê destekê didin artêşa Sûriyeyê û Rûsya hewl dide pêşî li terorîstan bigire."

Ajansa IRNA da zanîn ku wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî girîngî da diyaloga siyasî ya di navbera hikumeta Şamê û muxalifan de û got: "Pêwist e biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) werin pêkanîn."

Iraqcî diyar kir ku di civînê de girîngî ji bo bidawîkirina şer û parastina yekbûna xaka Sûriyeyê hat dayîn û got: "Ji bo vê mijarê Rûsya û Îran dê bi Sûriyeyê re bikevin têkiliyê."

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

(mh/fr)