Senator Graham: Ji bo parastina Kurdan fikrek hevpar heye

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, diyar kir ku ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di navbera senatoran de fikreye yekpara ye bi hêz heye.

Senator Graham: Ji bo parastina Kurdan fikrek hevpar heye
23 ÇILE, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Lindsey Graham derbarê êrişên komên hikûmeta demkî ya Suriye û dewleta Tirk de, li ser hesaba xwe ya X’ê ya medya dijîtal peyamek belav kir. Graham got: “Li senatoyê derbarê  rewşa Suriyeyê ku her diçe xirab dibe de, eleqeye bi hêz a herdu partiyan ku her diçe zêde dibe heye.

Di tunekirina DAIŞ’ê de Kurdan û gelek komên din li cem me cih girtin. Lewma niha di mijara parastina Kurdan û komên din de, hemfikirînek bi hêz heye. Rayeyên senatoyê rasteqînin, me bişopînin.”

 (a)

ANHA