Di çapemeniya cîhanî de peymana QSD û Şamê

Çapemeniya cîhanê cih da peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de û peyman wek gaveke girîng ber bi aramkirina aloziya Sûriyeyê ve nirxand.

Di çapemeniya cîhanî de peymana QSD û Şamê
11 adar, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya cîhanê di rojeva xwe ya îro de cih da peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin.

Rojnameya Guardian nivîsek bi sernavê "Hikumeta Sûriyeyê ji bo tevlêkirina herêma bakurê rojhilat peymanek li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk çêkir" weşand. Rojnameyê xalên peymanê wek "piştî çend salan ji şer û parçebûnê gaveke girîng ber bi îstiqrara Sûriyeyê, yekkirina xaka wê" nirxand.

Rojnameya Financial Times a brîtanî diyar kir ku eger peyman li ber xwe bide dê xetereya rûdana tundiyeke zêdetir kêm bike û aloziya demdirêj a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de sivik bike.

Li gorî rojnameyê; "peymana QSD’ê dikare metirsiyên hêzên rojavayî yên der barê hewldanên DAIŞ’ê yên bikaranîna valahiya ewlehiyê û pêkanîna êrişên nû de sivik bike.”

Hate diyarkirin ku berpirsekî amerîkî ji rojnameya The National ya Îmarata Erebî re gotiye: "Bê guman me ji bo vê yekê zext dikir. Ev karekî mezin e. Ev peymaneke mezin e. Em lê temaşe bikin ka ew bi rastî dikarin rêkeftinê pêk bînin.”

(bb)