QSD: Artêşa Tirk û çeteyan êrişên li ser Tişrînê û Qereqozaqê zêdetir kirine

QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaqê zêdetir kirine û li bajarê Sirînê jî zarokek qetil kir û 2 jî birîndar kirin.

QSD: Artêşa Tirk û çeteyan êrişên li ser Tişrînê û Qereqozaqê zêdetir kirine
11 adar, 2025   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ev agahî dan:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Duh li gundewarên bajarê Sirînê komkujiyek pêk anî û di encamê de 3 zarok bûn qurbanî.

Eniya Qereqozaqê; dewleta Tirk a dagirker duh (duşem) li gundê Ceraf ê bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê komkujiyek pêk anî. Balafireke bêmirov li gund maleke sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zarokek şehîd bû û 2 zarokên din birîndar bûn. Dewleta Tirk êrişên xwe li ser gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan bi zêdetirî 70 guleyan topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn. Her wiha balafireke bêmirov a dagirkeran rojavayê Qereqozaqê topbaran kir. Di ecamê de ziyanên madî çêbûn.

Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva duşemê gundewarên başûr û bakurê bendavê bi obîsan topbaran kirin. Ji ber topbaranê gelek mal şewitîn. Balafirên şer jî li derdora bendavê rêzeêriş pêk anîn. Di saetên nîvro de, artêşa dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran û balafiran avahiyên karkeran ên girêdayî bendavê û herêmên din ên gundewarên bendavê kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.”

(bb)